‘Şer’ di Weşanê de ye!

Şer di Weşanê de ye! Ev Stran bi Dawî Nabe!

Di atmosfera îro ya bi mij û moran de ku dibêjin “Komeke muzîkê ya şoreşger nemaye!”, em 15 komên muzîkê yên şoreşger hatin ba hev ku em hunerê wek beşeke bihêz a têkoşîna civakî dibînin. ‘Şer’ê me yê bi muzîkê ku em ji bo dinyayeke azad û wekhev didin, bû albûm. Her komekê ji bo dinyayeke nû straneke nû ji bo têkoşîna me diyarî kir. Di albûmê de bi zimanên cuda stran hene û me da dû wê yekê ku em têkoşîna gelan, jinan, LGBTI+yan, çîna karkeran, neteweyên bindest û komên dînî ya ji bo azadî û hebûnê hembêz bikin.

Di vê demê de ku mîhrican tên qedexekirin, konser tên astengkirin, xebatên komên muzîkê yên şoreşger tên astengkirin û muzîkjen mehkûmî feqîrî û sansorê tên kirin; ev albûm hewla wan komên muzîkê yên şoreşger e ku teslîmî pergala serdest nebûne û dixwazin bêhnekê bigirin.

Li ser hemû platformên guhdarkirinê û li ser malpera solmuzik.comê dikare were guhdarkirin Koma Muzîkê ya Sol Anahtar bi ‘yarınlar ve aşk için üç bulut bir yağmur‘ê cih digire. Praksis dibêje ‘Yol uzun ama yol bitmez‘ û Koma Muzîkê ya Saryayê jî ew “yol” [rê] ji bo 33 ciwanên me yên şoreşger ên ku li Sirûcê şehîd ketibûn, dîyarî kiriye.

Yeldegirmeni li hember hegemonyaya serdestan bang dike: “Azınlıkta değil kavga, biz birleştikçe“. Melodiyên hêviyê û amûrên Vardiyayê digihîjin hev: navê hêviya ‘Kelepçe vurulamayan‘ê dibe Ulaş. Aryen Kom bang dike ku em li dijî zilma qesrê bibin tofan. Isyan Ateşi melodî û silavê Katyûşayê tîne îro. Golgedekiler bang dike ku em derkevin derveyî xelekê ji bo jînê, Adalilar bang dike ku em di nav pêlên dînik de biçin derveyî xeleke mirin û qirêjbûnê.

Risteyên “yolu yok, yel değirmenleriyle dövüşülecek” ku Liberteyê ji bo Don Kîşot nivîsîne, strana ku Umuda Haykirişê di 50emîn salvegere nemiriyê ya pêşeng Îbrahîm Kaypakkaya de ji bo vegotina çîroka wî gotibû, bi wê re dibin yek.

Desthilatdariya ku erdheja 6ê Sibatê veguherande karesatê lê tevî vê yekê jî li ser pêyan ma, Koma Muzîkê ya Kaldirimê ji bo ku hesab ji vê desthilatdariyê bixwaze banga ‘evden dışarı, sokaktan ileri’yê dike û Sokak Orkestrasi di wê strana xwe de ya ku tevî îmzakerên Daxuyaniya Akademîsyenan ji bo Aştiyê tomar kiriye, gotinên wê yên epîk bi şêweyê cazê distrê û tekane rêzika pergalê dubare dike: “Artmalı hep sermaye” [Divê her tim sermaye zêde bibe].

JinMa li dijî zext û serdestiya mêran îrade û dengê têkoşîna jinan bi ‘Ez jîn im’ê tîne nav albûmê. Geniş Merdiven dibêje “bu hikaye sensin, bu hayat senin” û bang li me dike ku em her yek bibin biker.

Ev bihevrebûn destpêkek e. Em dixwazin vê coşa şoreşger ku hemû koman di nav ahengekê de û mil bi mil derxistiye meydanê, bigihînin her derê. Em dizanin ku wê hîna gelek kom beşdarî xebatên din ên hevpar bibin. Bi vî awayî dê akor, melodî û hevaltiya me ya hevpar xurt bibe. Dinyayek heye ku em ê bi dest bixin: Dinyayeke nû. Rêya me dirêj e, em dizanin ku ev rê ew rê ye ku pir berê îro destê Victor Jara ku bûbû gîtar General Pinochet têk biribû.

Bila rêya me vekirî be, ne bi dubarebûnê lê bi israrbûnê: Şer di Weşanê de ye! Ev Stran bi Dawî Nabe!

#şer #kavga