Albuma Hevpar a Komên Muzîkê yên Şoreşger Derket: “Destên Azadiyê Hene”

Em albuma Destên Azadiyê Hene” ya ku ji aliyê 16 komên muzîkê yên şoreşger ên ku hem bûne şahidên vê dema dîrokê û pergala mêtingeriyê û hem jî qîma xwe bi şahidiyê nanîne û stranên xwe ji bo hilweşandina vê pergalê qîriyane ve hatiye amadekirin, bi we re parve dikin. Bi vê albumê, em “ji binê erdê ta ser rûyê erdê” destên ku jiyan afirandine, têkoşîna xwêdana eniyê, şerê çîna xwe û cejna me, 1’ê Gulanê silav dikin.

Em bi navê Solmuzîk (muzîka çepgir) hatibûn gel hev û di Îlona borî de me albuma bi navê “Kavga (Şer)” derxistibû. Her komeke muzîkê ya şoreşger bi xwerengiya xwe, bi newayeke nû tevlî vê xebatê bûbû. Ligel ku di ser derketina vê albumê re hîna salek derbas nebûye jî, me bi hewl û xebateke zêde “Destên Azadiyê Hene” amade kir. Di vê albumê de jî berhemên ku bi zimanên cuda û bi awayên cuda hatine afirandin hene. Bi van albuman, me di navbera komên muzîkê yên şoreşger de têkiliyên baş û hevgiriyeke xurt çêkir. Ya me, hevgiriyeke ku li afirandina berhemên têkoşîna ji bo şoreşê ya roja me digere ye. Bi nav û deng be, her bijî!

Em bi vê albuma xwe, 16 stranên nû li têkoşîna xwe ya ku xwe li asoya cîhaneke bê çîn û bê mêtingerî edilandiye, dikin diyarî.

Grup İsyan Ateşi  di destana me ya ku “ji rabirdûyê xwe digihîjîne îroyê” de “Banga ji bo Şer (Kavgaya Çağrı)” dike. Muteriz, di navbera zimanê Köroğlu û têkoşîna me de pira “yekbûnê” ava dike: “Divê Pazûbent Di Mil De Be (Pazubent Takmalı Kola)”. Geniş Merdiven Orkestra ji bo “kesên rehên wan di kûr de” dibêje “Cihê ku evîndarî lê hebe, têkçûna di şer de tune ye” û “Tov (Tohum)”ekî davêje vê albumê.

Grup Vardiya bi strana xwe ya “Cemreya Kedê (Emek Cemresi)” li hemberî pergala zivistana xedar, bangî dengê çerxan û hêviyê dike. Grup Yeldeğirmeni di “Cîhana Ku Lê Bê Jiyîn (Yaşanacak Dünya)” de “xwîşk û biratiya ku di dîrokê de hatî nivîsandin pîroz dike”. Di “Kulîlkên Berbero (Günebakanlar)”ya Gölgedekiler de xwediyên berbangê hil dibin û Umuda Haykırış gazî vê hêza bi heybet a ku cîhanê di kefa destê xwe de kedî dike, dike: “Proleterya”.

Retorîka “Ez ji kê re xebitîm!” a di “Bluesa Bê Zincîr (Zincirsiz Blues)” a Sokak Orkestrası de û vegotinên epîk ên di “Strana Kasiyer (Kasiyerin Şarkısı)” ya Sol Anahtarı de me rûberî rastiya ku bi zincîran hatî girêdan dike. Praksis di tunebûna tevahiya pêkanan de serecemên jiyanê yên pergala kapîtalîst bi pistepist vedibêje: “Tu tiştekî ku ev pergal bide me nîn e”.

Hevra bi “Rabin”ê dibêje “Ey gundî û karkerên Kurdistanê” û ji bo nan û azadiya me, me vedixwîne 1’ê Gulanê. Bajar bi “Heq Heq”ê rewşa ku di encama hestên piştevanên kedê de derketiye holê radixe ber çavan: “Sebra me nema”. Keda ku Grup Munzur di “Xeyal Bike (Düşle)”ya xwe de bi “Dema ku destê xwe dide wê çerxa wê hewl dide bigere” pênase dike, digihîje zemîna ku Vodvil tiştên pêk tên bi “Lê (Fakat)”yê parçe dike û dibêje “bi temaşekirinê zehmet, bi meşê rê”.

JinMa dengê jinên şervan derdixe, “Dengê jinên têkoşer li Kurdistanê” ya ku di strana “1’ê Gulanê” de derbas dibe û “Jina Azad” a Sarya Müzik Topluluğu di kursiyê 1’ê Gulanê de digihîjin hev; hem dibin şûr, hem jî dibin mertal: “Hem şûr e, hem jî mertal e”.

Album di serî de di malpera me ya bi navê solmuzik.com, li ser tevahiya platformên guhdarîkirinê ye.

Bi hêviya dîtina gelek 1’ên Gulanan, albuman û şoreşan…

Bijî 1’ê Gulanê!