Rabin (Hevra)

Rabin ey gundî û karkerên Kurdistan

Qebûl nekin ketxwar û dagirkeran

Bişkînin zincîrên koletîyê

Ber xwe bidin li hemberî zordaran

Axa me ye, keda me ye, nanê me ye

Em paleyên jîyanê ne, ev jîyana ya me ye

Yek gulan yek gulan tu yî cejna karkerên Kurdistan

Yek gulan yek gulan waye dîsa gul vedibe bi te ra

Rabin ey jin û ciwanên şoreşger

Rêxistinkin hûn karker û proleter

Hilweşînin hûn çerxa metîngeran

Qebûl nekin feodal û senyoran

Axa me ye, keda me ye, nanê me ye

Em paleyên jîyanê ne, ev jîyana ya me ye

Yek gulan yek gulan tu yî cejna karkerên Kurdistan

Yek gulan yek gulan waye dîsa gul vedibe bi te ra

Söz-Müzik: Hevra