Keçek e ezîdî bû
Li helîna heft rengê
Havînekî bêdawî bû
Serhilatî û bi girînê
Dilê min naxwaze
Zimanê min nagere
Birîna min kure
Dorpêç kirin axa wan
Qirêj kirin çiya û gundan
Her der bu mij û duman
Hawar ket nav dilê kurdan
Dilê min naxwaze
Zimanê min nagere
Birîna min kure
Wekî baranek barîn
Xwe berdan warên rojê
Cotkeziyên biriqîn
Bun berbanga heviyê
Dilê min naxwaze
Zimanê min nagere
Birîna min kure
