De Rabin (Aryen Kom)

Ruhê azadyê xweş kin
Dilê serdestan reş kin
Li dijî qesrên zulmê
Agrê xwe gur û geş kin

De rabin rabin rabin
Bi vê govendê şa bin
Li dijî qesrên zulmê
Wek bablîsok û ba bin

Ev govenda dilan e
Jê tê bêhna gulan e
Li her derê cîhanê
Azadiya gelan e

Dest ji jînê bernedin
Zend û bendên xwe badin
Bi dilekî serfiraz
Tilîliyên xwe vedin

Her derê bikin çeper
Bo xwebûnê bikin şer
Li qada azadiyê
Bifirin bê bask û per

Gotin: Heval DILBIHAR
Muzîk: Aryen Kom